Li Efrînê zarokekî 4 salî di êrîşa Tirkiyê de şehîd bû
Di encama êrîşên îro ya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser gund û navçeyên Efrînê zarokekî 4 salî şehîd bû û hejmarek welatî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama êrîşên îro ya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser gund û navçeyên Efrînê zarokekî 4 salî şehîd bû û hejmarek welatî birîndar bûn.
Şanderê K24ê bo Efrînê Ekrem Salih da zanîn, êrîşa îro ya artêşa Tirkiyê li navenda navçeya Cindirêsê, gundê Qenterê yê navçeya Mabeta, her du gundên Meryemîn û Ereb Wêranê yên navçeya Şer û gundê Bedîna ya navçeya Raco bûn.
Li gor peyamnêrê me, di encama topbarana li ser gundê Qenterê zarokekî 4 salî şehîd bû û zarokekî din jî birîndar bû. Herwiha di êrîşa li ser gundê Bedîna welatiyek û li gundê Ereb Wêranê jî 2 welatî birîndar bûn û gihîştin navxweşxaneya Avrînê.
Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 36an de berdewam e, ta niha zêdetir ji 180 welatiyên sivîl canên xwe jidest dane û zêdetir ji 650 welatiyên din birîndar bûne.