Hejmarek ji çekdarên DAIŞê ji zindanên HSDê reviya
Berpirsên Amerîkî: Metrisî li ser cihê girtina wan çekdaran heye, ku niha bi hezaran çekdar di wan zindanan de, li cem HSDê girtî ne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Malpera kenala CNN ya Amerîkî ji ser zimanê berpirsekî Amerîkî veguhestiye, ku hejmarek ji çekdarên rêxistiya DAIŞê ku di zîndanên Hêzên Sûrya Demokrat de bû, di vê dema dawî de reviya ye û ew hejmar ji nêzîkî 5 çekdaran pêk tê.
Li gorî wî berpirsên Amerîkî, metrisî li ser cihê girtina wan çekdaran heye, ku niha bi hezaran çekdar di wan zindanan de, li cem HSDê girtî ne.
Berî niha jî hin berpirsên Amerîkî ragihandibûn, ku bi hezaran çekdarên DAIŞê di zindanên HSDê de ne û 500 ji wan çekdaran biyanî ne û ji 40 welatên cuda yên cîhanê ne.
N.O