Leşkerekî Tirkiyê li Efrînê hate kuştin
Artêşa Tirkiyê îro kuştina leşkerekî di şer û pevçûnên di navbera wê artêşê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê de ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê îro kuştina leşkerekî di şer û pevçûnên di navbera wê artêşê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê de ragihand.
Artêşa Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, leşkerî wê di şer û pevçûnên li Efrînê hate kuştin û termê wî leşkerî ji bo nexweşxaneya Kirikxanê hate veguhastin.
Kuştina vî leşkerî Tirkiyê piştî wê yekê tê, duh li Encûmena Asayişa Navdewletî bi piraniya dengan ragihandina agirbesteke 30 rojî ji bo tevahiya Sûriyê hat pesendkirin.
Lê Peyvdarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy ragihand, tevî ragihandina agirbesta giştî ji bo 30 rojan, lê artêşa Tirkiyê dê li ser operasyonên xwe yên li dijî terorîstan li Sûriyê berdewam be.
Ji aliyê xwe ve jî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku ewê pêbendî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî bibin, lê dema êrîş li dijî wan hatin kirin, ewê jî birsivê bidin.
Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 37emîn de berdewam e, duh jî Serfermandariya leşkerî ya Tirkiye (TSK) da zanîn, heta niha 32 leşkerên wan di operasyonê de hatine kuştin.
S. B