Medya Tirkiyê: Salih Mislim li welatê Çîk hat girtin
Ajansa Anadol: Endamê Komîta Dîplomasî ya TEVDEMê Salih Mislim, li hotêla Maryot, li Praga paytexta Çîkê hat desteserkirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî nûçeyeke ajansa Anadol ya Tirkiyê, hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim, li welatê Çîk hat desteserkirin.
Her li gorî wê ajansê, berpirsê pêwendiyên derve yê TEVDEMê Salih Mislim, li hotêla Maryot, li Praga paytexta Çîkê hat desteserkirin.

Medya nêzîkî YPG, ew nûçe piştrast kir û ragihand, ku desteserkirina Salih Mislim li ser daxwaza Tirkiyê bûye.
Herwiha diyar kir, ku Hevserokê berê yê PYDê, ji bo beşdarîkirinê di konifiransekê de, li Praga paytexta Çîkê serdana wî welatî kiribû û hewalgiriya Tirkiyê ji desthilatên Çîkê xwestibû ku Mislim desteser bikin.
Berî niha desthilatên Tirkiyê, di Mijdara 2016an de, yadaşta desteserkirinê li dijîî Salih Mislim û 47 berpirsên din yên pile bilind ên PYDê derxistibû.
Tirkiyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) weke baskê Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) li Rojavayê Kurdistanê dibîne û di 12 vê mehê de, Hikûmeta Tirkiyê navê Salih Mislim xist nav lîsta xwe ya terorê û diyar kir ku ewê bêtirî milyonek dolar, beramberî radestkirina Mislim bide.
Jiyannameya Salih Mislim
Li gorî Wikipedya Kurdî, Salih Mislim Mihemed, di sala 1951ê de, li gundê Şêran yê ser bi bajarê Kobanê ve jidayik bûye.
Li bajarê Kobanê xwendina xwe ya seretayî bidawî kiriye û piştre li xwendingeha El-Kewakibî li bajarê Helebê, di sala 1969an de, xwendina xwe ya paşnavendî di beşê zansitî de bidawî kiriye.
Piştre ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê û li Zanîngeha Teknîkî/ Kolêja Endazyariya Kîmya dixwîne û sala 1977an xwendina xwe temam dike, paşê berê xwe dide Londonê daku zimanê Ingilîzî fêr bibe. Di pey wê re diçe welatê Siûdiyê û dibe karmendê Dezgeha Ptromîn ya ser bi wezareta petrola Siûdiye ve, her li wî welatî bi riya çend hevalên xwe yên Kurd, dibe endamê Partiya Karkirên Kurdistanê.
Di Sala 1991ê de, veidgere Kobanê û karê xwe yê asayî weke endazyarekî di warê kîmyayê de dike bêyî ku ji karê hizbî û siyasî dûr bikeve.
Di sala 1998an de, bû endamê polîtbîroya Partiya Hevgirtina Niştimanî ya Demokratî, lê ji ber ku wî hêviyên xwe di wê partiyê de nedît, di sala 2003yan de, bû endamê Komîta Bicîkar ya PYD, Mislim di wî postê xwe de maye, heya ku di Êlûna sala 2010an de, di kongirê 4an yê PYDê de, wek hevserokê wê partiyê hat hilbijartin û heya sala 2017an di wî postî de ma.
Di Êlûna sala 2017an de, PYDê kongirê xwe yê 7an li bajarê Rimêlan lidar xist û têde Şahoz Hesen li şûna Salih Mislim weke hevserokê PYDê hat hilbijartin, piştre Salih Mislim wek Endamê Komîta Dîplomasî ya TEVDEMê hat hilbijartin û heya niha di wî postî de berdewam e.
N.O