Cindirês di bin topan de ye

Êrîşa Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê ser bajarokê Cindirêsê berdewam e û îro bi giranî wî bajarokî topbaran dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrîşa Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê ser bajarokê Cindirêsê berdewam e û îro bi giranî wî bajarokî topbaran dikin.

Şanderê K24ê li Efrînê Ekrem Salih da zanîn, îro Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê bi giranî navenda bajarokê Cindirêsê topbaran dikin û hewla girtina wî bajarokî didin.

Diyar kir jî, îro topeke artêşa Tirkiyê li gundê Tirindê yê nêzîkî Efrînê (gundê Tirindê gihîştiye bajarê Efrînê û bûye wek taxeke bajêr) ket, lê ti ziyanên canî nebûn.

Ev yek di demekê de ye, ji pêr ve helîkopterên artêşa Tirkiyê yên ji cura Kobra ji bi tundî navenda navçeya Cindirêsê bombebaran dikin û artêşa Tirkiyê ligel grûpên çekdar ên ser bi wê ve hewl didin derbasî bajarokê Cindirêsê bibin.

Duh ajansa “RT” a Rûsî ragihandibû, ku artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve derbasî Cindirêsê bûne.

Lê Hevserokê Desteya Berevaniyê li Efrînê Behcet Ebdo li ser rewşa navçeya Cindirêsê ji K24ê re gotibû: “Artêşa Tirkiyê ji 3 aliyan ve êrîşî Cindirêsê dikin û li her sê aliyan ji 5 – 10 K.M dûrî bajarokê Cindirêsê ne.”

Tevî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî a ragihandina agirbestê li tevahiya Sûriyê, Lê Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag, da xuyakirin, biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya agirbesta alîkariya mirovî, bandorê li operasyona ser Efrînê nake.

 

S. B