Enqere: Agirbest Efrînê lixwe nagire

Tirkiye dibêje, biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya derbarê agirbesta Sûriyê de, bandorê li operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê nake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye dibêje, biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya derbarê agirbesta Sûriyê de, bandorê li operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê nake.

Encûmena Asayîşa Navdewletî, bi armanca alîkariya mirovî û derxistina birîndar û nexweşên li Xutaya Rojhiletê, bo mehekê biryara agirbestê li seranserî Sûriyê girtibû.

Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag îro da xuyakirin, biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya bo agirbesta alîkariya mirovî, bandorê li operasyona ser Efrînê nake.

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 37emîn de berdewam e û li gor şanderê K24ê bo Efrînê daye zanîn, ji pêr artêşa Tirkiyê bi giranî navçeyên Efrînê topbaran dike û bi taybetî navçeya Cindirêsê.

Herwiha, Li gor amarên fermî jî ta niha zêdetir ji 180 welatiyên sivîl li Efrînê şehîd bûne û zêdetir ji 650 welatiyên din jî birîndar bûne.

Li ser pesendkirina agirbestê, nûnerê Rûsya yê Netewên Yekbûyî hîna berê dabû xuyakirin, ku biryara agirbestê ji bo Efrînê jî derbas dibe. Lê rayedarên Tirkiyê dibêjin, operasyona wê dê berdewam bike.

Li devera Xuteya Rojhilata jî ji hefteyekê ve, artêşa Sûriyê bi giranî topbaran dike û li gor raportên medyayî ta niha zêdetir ji 450 kesî hatine kuştin.

 

S. B