Biryara daxistina firokxaneyên Kurdistanê hat dirêjkirin

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, biryara daxistina firokxaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, ta dawiya meha Gulanê hat dirêjkirina.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, biryara daxistina firokxaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, ta dawiya meha Gulanê hat dirêjkirina.

Wî jêderî da zanîn jî, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dorpêça li ser Herêma Kurdistanê ta 31.5.2018an dirêj kiriye.

Hevdem Rêvebira Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî Telar Fayiq biryara dirêjkirina daxistina firokxaneyên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve piştrast kir û got, biryara qedexekirina geşta navdewletî li firokxaneyên Kurdistanê ji bo 3 mehên din hat dirêjkirin.

Piştî birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de, hikûmeta Iraqê bi biryara Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî firoxane û deriyên sînorî Herêma Kurdistanê daxistin.

 

S. B