Li Efrînê nêzîkî 200 welatiyên sivîl şehîd bûne
Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê di roja 38′emîn a êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê de, 192 sivîl şehîd bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê di roja 38′emîn a êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê de, 192 sivîl şehîd bûne.
Hevseroka Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê Ancila Reşo duh di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji destpêka êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ve de 192 sivîl şehîd bûne, di nav de 28 zarok û 23 jin hene.
Herwiha Amcila Reşo da zanîn jî, ta niha 574 welatiyên sivîl birîndar bûne, di nava wan de, 69 zarok, 79 jin û 426 mêr in.
Ancila Reşo amaje bi wê jî kir, tîmên Encûmena Tenduristiyê xebatên xwe didomînin, da cenazeyên sivîlên ku li herêmên rastî êrîşên hatine di bin kavilan de mabin derbixin.
Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê li ser gund û navçeyên Efrînê bi hemû çekên giran berdewam e, duh jî komkujiyek li gundê Yelanqozê ya navçeya Cindirêsê kiribûn û 5 welatiyên sivîl şehîd bûn.
S. B