Ryan Dillion: Operasyona Efrînê bandor li şerê DAIŞê kiriye
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî Efrînê bandor li şerê li dijî DAIŞê kiriye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî Efrînê bandor li şerê li dijî DAIŞê kiriye.
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Ryan Dillion pirsên rojnamevanan bersivand û rexne li operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê girt û got, aramanca wan a sereke şerê DAIŞê ye. Ew dijî wê yekê ne ku ji bilî şerê DAIŞê operasyonên serbixwe werin birêvebirin.
Herwiha tekez kir, Divê hemû hêzên hevpeyman hişê xwe bidin ser şerê li dijî DAÎŞê. Operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê bûye sedem ku balkêşiya li ser şerê DAÎŞê belav bibe. Operasyona li dijî Efrînê dikare şerê DAIŞê lawaz bike.
Artêşa Tirkiyê ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê ji 20 Çileya bûrî ve dest bi operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê kirine, ev operasyon jî hin karvedanên şermok ên di warê ragihandinê de ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka ve bi xwe anîne, ku divê girîngî bi şer li dijî DAIŞê were dayîn.
Tevî ku Encûmena Asayişa Navdewletî agirbestek ji bo heyama mehekê li seranserî Sûriyê ragihandibû, lê Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag ragihand, biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya agirbesta alîkariya mirovî, bandorê li operasyona ser Efrînê nake.
S. B