Tirkiye red dike Salih Mislim bi du girtiyên Çekî pev biguhêre

Wezareta Dadê ya Tirkiyê pevguherîna 2 girtiyên Çekî li hember hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Dadê ya Tirkiyê pevguherîna 2 girtiyên Çekî li hember hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim red dike.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Abdulhamît Gûl berî kombûna heftane ya partiya xwe pirsên rojnamevanan bersivand û nûçeyên wekî Tirkiye dê Hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim bi 2 welatiyên Çekî pev biguherîne red kir.

Endamên Komît Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim di 24ê Sibatê de bi aramanca beşdarî konferansekê bibe çûbû Piragê, lê li ser daxwaza Tirkiyê ji aliyên polîsa Piragê ve hatibû girtin.

Duh rojnameya Aktualne. CZ a Çêkî ragehandibû, desthilata welatê wê hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim li ser daxwaza Tirkiyê girtiye û amaje bi wê yekê kir ku, dibe proseyeka lihevguhertinê bi Tirkiyê re were kirin.

Tirkiye daxwaz ji Çekyayê kiribû, Salih Mislim radestkirinî wê bike, lê heta niha Dadgeha Piragê ti biryarek di derbarê Salih Mislim de nedaye.

 

S. B