Tirkiye: Derbarê Efrînê ti pêwendiya dîplomasî di nav me û Amerîka de tine ye

Peyvdarê Pentagonê ragihandibû, ku wezareta berevaniya Amerîka li gel Tirkiyê ji bo kêmkirina aloziyan li Efrînê hevdîtinên dîplomatîk dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezreta derve ya Tirkiyê bersiva wezareta berevaniya Amerîka (Pentagon)ê da û got: "Li ser pirsa Efrînê, ti pêwendiya dîplomatî di navbera Amerîka û Tirkiyê de tine ye".

Peyvdarê wezreta derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy got: "Ew daxuyaniyên ku derketine û dibêjin, ku Amerîka û Tirkiye ji bo kêmkirina aloziyan li Efrînê, di nav pêwendiyên dîplomatîk de ne, ew daxuyanî ne rast in, ji ber ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de, derbarê Efrînê ti pêwendiyeke dîplomatîk çênebûye".

Berî niha peyvdarê Pentagonê Adrian Galloway ragihandibû, ku wezareta berevaniya Amerîka li gel Tirkiyê ji bo kêmkirina aloziyan li Efrînê hevdîtinên dîplomatîk dike.

Di 20ê meha derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê kirin û heya niha jî berdewam e, piştî mehekê ji wê operasyonê, bi rêketinekê li gel YPGê hêzên Şeibî yên ser bi Hikûmeta Sûryê ve, derbasî bajarê Efrînê bûn, daku li gel YPGê berevaniyê di ber wê deverê de bike.

Li gorî Nûçegihanê K24ê li Efrînê, heya duh êvarî 4 çekdarên hêzên Şeibî yên Hikûmeta Sûryê li Efrînê hatine kuştin û 5 din jî birîndar bûne.

N.O