Li Herêma Kurdistan 6 welatiyan ji serma canê xwe jidest dan
4 welatiyên din jî li nexweşxaneyên Tirkiyê tên dermankirin û rewşa tendirustiya 3 kesan ji wan têk çûye
K24 - Navenda Nûçeyan
Hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê ku dixwestin bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bibin, şevê din li ser sînorê di nav Başûr û Bakurê Kurdistanê de 6 kesan ji serma canê xwe jidest dan û 3 kesên din rewşa wan ya tendirustiyê têk çûye.
Qayimqamê devera Mêrgesorê Xefûr Malesiwarî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ew welatî li nêzîkî çemê Mawan li devera Mêrgesor bûn, ew jî dikeve sînorên di nav Başûr û Bakurê Kurdistanê de, ji ber sir û seqemê 6 kesan ji wan canê xwe jidest dane û çar kesên din li Aliyê Bakurê Kurdistanê ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û rewşa tendirustya sê kesan ji wan dijwar e û niha bizav hene daku ew jî li nexweşxaneyên Kurdistanê bên dermankirin".
N.O