Umêd Xoşnaw: Du mûçeyî li Kurdistanê namîne

Umêd Xoşnaw: Biryar hat dayin ku kêmtirîn mûçeyê malnişînan ne kêmî 300 hezar dînar be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê Umêd Xoşnaw, di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku 13 maddeyên pirojeyasaya çaksaziyê hatin pesendkirin û ji bo mûçexur û malnişînên Herêma Kurdistanê destkeftên giring têde hene.

Umêd Xoşnaw derbarê naveroka maddeyên hatine pesendkirin got: "Rûniştina perleman heya derengê îşev wê berdewam be ji bo gotûbêjkirina pirojeyasaya çaksaziyê û heger îşev temam nebe, wê di demeke nêzîk de perleman bicive û wî karî temam bike".

Herwiha Xoşnaw li ser xalên pesendkirî jî got: "Ew xalên niha hatine pesendkirin, ev in: "Pakirina lîsta şehîdan û zindaniyên siyasî, hilweşandina biryara malnişînkirina neyasayî, ji ber ku ji her kesî re eşkere bû, ku di salên derbasbûyî de, hejmarek mezin ji kesên nehêjayî hatin malnişînkirin, herwiha kêmkirina mûçeyê malnişînên xwedî pileyên taybet xaleke din ya gotûbêjan bû û her dem behsa wê dihat kirin, biryar li ser wê yekê jî hat dayin, ku mûçeyên wan yê malnişîniyê bê kêmkirin".

Xaleke din jî hat behskirin, ew jî nehiştina dayina bêtirî mûçeyekî ji yek kesî re, biryar hat dayin, ji bilî malbatên şehîd û enfalkiriyan û siyasî, ti kes nemîne ku bêtirî yek mûçeyî ji Hikûmetê werbigire.

Herwiha biryar hat dayin ku kêmtirîn mûçeyê malnişînan ne kêmî 300 hezar dînar be.

N.O