Ji bo Salih Mislim Çek bersiva Tirkiyê dide

Komara Çek bersiva Tirkiyê da û tometên Enqerê yên derbarê piştevaniya Pragê ji terorê re red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komara Çek bersiva Tirkiyê da û tometên Enqerê yên derbarê piştevaniya Pragê ji terorê re red kir.

Ji ber azadkirina endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê û hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim ji aliyê dadgeheke Pragê, hikûmeta Tirkiyê komara Çek bi piştevaniya terorê tometbar kir.

Di bersivê de, Wezareta Derve ya Çekyayê ragihand, “Ew tometên Tirkiyê arasteyî me kirine, red dikin. dadgeheke serbixwe ew biryar derkiriye û ew biryar bi ti awayekî bi pabendbûna Pragê ya rûbirûbûna terorê re ne nakok e.”

Malpera “RT” belav kiriye, Wezreta Derve ya Çekyayê diyar kir jî, “Azadkirina Salih Mislim nayê wateya bidawîbûna rêkarên dadweriyê. Heger daxwaza radestkirina Salih Mislim bigihe me, wê demê aliyên pêwendîdar dê ji aliyê yasyayî ve li wê dozê binêrin û biryara dirust bidin.”

Di wê çarçovê de, Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag ragihandibû, biryara dadgeha Çekyayê, piştevaniya aşker ji terorê re ye.

Endamên Komît Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim di 24ê Sibatê de bi aramanca beşdarî konferansekê bibe çûbû Piragê, lê li ser daxwaza Tirkiyê ji aliyên polîsa Piragê ve hatibû girtin.

Duh jî, dadgeha Pragê Salih Mislim bi kefalet berda. Li gor zanyariyan û dê rûniştinên dadgehê berdewam bin, ta biryareke yekalîker dide.

 

S. B