Ceiferî ji Kurdistan24ê re behsa vekirina firîngehên Herîma Kurdistanê dike

Ibrahîm Ceiferî: Heger firîngeh yasayan binpê nekin, Iraq firîngehan nagire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Iraqê Ibrahîm Ceiferî, di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re li Mosko ragihand, heger Herêma Kurdistan pêbendî yasayên firokevaniya Iraq be, wê firîngehên Kurdistanê li ber geştên navdewletî bên vekirin.

Ibrahîm Ceiferî got: "Heger firîngeh yasayan binpê nekin, Iraq firîngehan nagire".

Ev daxuyaniyên Ceiferî di demekê de ne, ku berî niha çendîn caran serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî soza vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê dabû, lê heya niha sozîn xwe bicî nekiriye û di rojên derbasbûyî de, biryara qedexekirina geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê sê mehên din jî dirêj kir.

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê bi biryarekê ji Heyder Ebadî, geştên navdewletî li herdu firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê qedexe kir.

N.O