Li Hewlêrê çalakiyek ji piştevaniya Efrînê hat kirin
Wê li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê, dest bi komkirina alîkariyên maddî û mirovî wek derman û şîrê zarokan ji bo Efrînê bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, konfiransek ji bo piştevanî û alîkarîkirina Efrînê birêve çû.
Îro li bajarê Hewlêrê, Desteya Piştevaniya Efrînê, ku hejmarek ji nûnerên Partiyan û Rêxistinên hêzên civaka sivîl li xwe digire, Konfiransek taybet ji bo piştevaniya Efrînê lidar xist.
Desteya Piştevaniya Efrînê di wî Konfiransî de, hejmarên qurbaniyên şerê li Efrînê bi belge diyar kir. Herwiha di wî konfiransî de, biryar hat stendin ku li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê, dest bi komkirina alîkariyên maddî û mirovî wek derman û şîrê zarokan ji bo Efrînê bikin.
Hat ragihandin, ku ew alîkarî wê bi rêya Heyva Sor a Kurdî ji bo Efrînê bên şandin.
Ev bû bêtirî mehekê, artêşa Tirkiyê bi hevkariya çendîn ketîbeyên opozisyona Sûryê li devera Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirine û li gorî dawîn amaran, heya niha nêzîkî 200 kesên sivîl li Efrînê şehîd bûne û bi sedan jî sivîl birîndar bûn û gellek malbat ji deverê reviyane û hin ji wan jî xwe li şikeftan girtine.
N.O