Artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir ji bo Efrînê dişîne

Artêşa Tirkiyê gundewarên navçeyên Mabeta û Cindirêsê yên Efrînê topbaran dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê gundewarên navçeyên Mabeta û Cindirêsê yên Efrînê topbaran dike.

Li gorî medya nêzîkî YPGê, Artêşa Tirkiyê gundê Mîrkan yê ser bi navçeya Mabeta û gundên Remadiya û Hemîlke yên ser bi Cindirêsê ve li devera Efrînê, bi giranî topbaran dike.

Her li gorî hemanê jêderê, tenê li gundê Mîrkan yê Mabeta, di encama topbranê de, welatiyk şehîd bûye û sê welatiyên din jî birîndar bûn e.

Ev çend roj in Artêşa Tirkiyê û girûpên bi ser ve navçeyên Cindirês, Şiyê û Bilbilê topbran dike.

Li aliyekî din jî, hat ragihandin ku Tirkiyê hêz û alavên serbazî ber bi sînorên Efrînê ve dişine.

Li gorî zanyariyan, îro artêşa Tirkiyê kerwanekî nû ji hêzên serbazî tevî otombêlên zirîpoş ber bi sînorê Efrînê ve şand.

Jêderên xwecihî jî diyar kirin ku ew hêz û alavên hatine şandin, le ser sînorê Kilîsê hatine bicih kirin.

Girêdayî heman mijarê, peyvdarê Partiya Demokratî ya Gelan HDPê Ayhan Bîlgen ragihand, eger Tirkiye agirbesta Xûta Rojhilat baş dibine, dive li Efrînê jî pêbendî agirbestê be û operasyona xwe li wê deverê rawestîne.

BÎlgen got jî: "Heger Tirkiye pêbendî agirbesta Netewên Yekgirtî li Sûryê nebe, wê demê baweriya xwe li hember gelek tiştan wê jidest dide".

Ji 20ê meha derbasbûyî ve, artêşa Tirkiyê li gel çendîn ketîbeyên opozisyona Sûryê, li Efrînê dest bi operasyoneke serbazî kirin û heya niha jî berdewam dike, di dawîn daxuyaniya xwe de, desteya tendirustiyê li Efrînê ragihand, ku heya niha 193 sivîl şehîd bûne û bi sedan welatî jî birîndar bûne.

N.O