Salih Mislim ji Çîk derket
"Mislim karnameyek ji bo karên xwe li Ewropa amade kiriye û çendîn gotar û civînan debarê pirsa şerê li dijî DAIŞê û rewşa Kurdan lidar dixe".
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştê berdana wî, hevserokê berê yê PYD Salih Mislim ji welatê Çîk derket.
Parêzerê Salih Mislim Miroslav Krutina ragihand, Mislim ji Çîkê derket û li welatên Ewropa dest bi encamdana çalakiyên xwe dike û got: "Mislim karnameyek ji bo karên xwe li Ewropa amade kiriye û çendîn gotar û civînan debarê pirsa şerê li dijî DAIŞê û rewşa Kurdan lidar dixe".
Herwiha got: "Bi sedema desteserkirina Mislim ji aliyê polîsê Çîkî ve, hin çalakiyên wî li nav welatên Yekîtiya Ewropa hatin paşxistin".
Mislim piştî 3 rojan li cem polîsê Çîkî girtî ma, di roja 27ê Sibata 2018an, dadgeha Pragê biryara azadkirina wî derxist.
Wek karvedan li ser wê biryarê, balyozê Tirkiyê li welatê Çîkê got: "Biryara azadkirina Mislim, wê bandoreke nerênî li ser pêwendiyên di nav Enqera û Pragê de bi xwe re bîne".
Di roja 25ê Sibata derbasbûyî de, desteserkirina Mislim li bajarê Prag paytexta Komara Çîk hat ragihandin. Medya PYDê li ser wê yekê eşkere kir, ku Salih Mislim, bi mebesta beşdariyê di konfiransekî de, serdana Çîk kiribû û desteserkirina wî ji aliyê polîsê Çîkî ve, li ser daxwaza Tirkiyê bû.
N.O