Hewalgiriya Iraqê Pêşmergeyek li Kerkûkê şehîd kir

Serkewt Çîmenî: Piştî eşkerebpna nasnameya kujerê wî pêşmergeyî, ku karmendê hewalgiriya Iraqê ye, wî kujerî xwe radestî dezgeha xwe kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şevê din li taxa Kurdistanê li bajarê Kerkûk, Pêşmergeyek ji aliyê karmendekî dezgeha hawalgiriya Iraqê ve hat şehîdkirin.

Fermandeyê lîwaya 114 ya hêzên Pêşmerge Serkewt Çîmenî ji Kurdistan24ê re got: "Şevê din Pêşmergeyekî lîwaya me bi navê Herdî, li taxa Kurdistan ya bajarê Kerkûkê hat şehîdkirin. Piştê pêdeçûn û lêkolînnan, derket ku kujerê wî karmendekî dezgeha hewalgiriya Iraqê ye".

Got jî: "Piştî eşkerebpna nasnameya kujerê wî pêşmergeyî, ku karmendê hewalgiriya Iraqê ye, wî kujerî xwe radestî dezgeha xwe kir".

Serkewt Çîmenî diyar kir, heya niha lêkolîn derbarê wê bûyerê berdewam in, daku sedema şehîdkirina wê Pêşmergeyî bê eşkerekirin".

Ev yek di demekê de ye, ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha sala derbasbûyî û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî ve, rewşa emnî ya wî bajarî têk çûye û girtin û kuştin le Kerkûkê destpê kiriye.

Heya niha jî hejmareke mezin ji welatiyên Kurd ji Kerkûkê û derdora wê şehîd bûne.

N.O