Li Efrînê 3 efserên artêşa Tirk hatin kuştin
Li devera Racoya Efrînê 3 efserên Artêşa Tirk hatin kuştin, 7 serbaz jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li devera Racoya Efrînê 3 efserên Artêşa Tirk hatin kuştin, 7 serbaz jî birîndar bûn.
Ligor nûçeyên medya Tirkiyê, Polîsên Operasyonên Taybet û Cendermeyên Operasyonên Taybet ku dema xwestin, li devera gundê Bilêlê operasyon bikin, ketin kemîna şervanên YPGê.
Li gor agahiyên destpêkê, di êrişê YPG de 3 efserên Artêşa Tirk hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûn. Helîkopterên ku xwestin birîndaran derxin, rastî gulebaranê hatin û helîkopterek derbe girt. Le derbarê ketina helîkopterê de agahî nehat dayîn.
Hat ragehandin, piştî çalakiya YPG, dever ji hêla balefirên şer ve hat bombebarankirin.
Hêzên Operasyonên Taybet yên Tirkiyê, ji efserên nav artêş û polîsên Tirkiyê pêk tên.
C.B