Muslim: Ji piştgiriya Kurdistanê re rêz digrin
Muslim di derbarê proseya girtina xwe, êrişên li ser Efrînê û geşedanên din yên li herêmê, ji Kurdistan24 re axifî
K24 – Navenda Nûçeyan
Birêvebirê pêwendiyên derve û Hevserokê berê yê PYD Salih Muslim ragihand ku, ew ji piştgirî û helwesta Herêma Kurdistanê gelek kêfxweş in û diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo Efrînê tişta dikeve ser milên wê bicîh aniye.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê berê û ji berpirsên TEV-DEMê Salih Muslim ku li Praga Paytexta Çekê hatibû desteserkirin û piştî 2 rojan ji aliyê dadgehê ve hatibû berdan.
Di derbarê proseya girtina xwe, êrişên li ser Efrînê û geşedanên din yên li herêmê ji Kurdistan24 re axivî.
Salih Muslim di derbarê proseya girtina wî de got, ‘Dadgehê ji min pirsî ku em kengî daxwaz bikin tu dê werî dadgehê, min jî got ‘erê’ û ez hatim berdan. Suçdariyên wan hemû bêbingeh bûn. Ez siyasetmedar im û li Ewropayê siyaseta xwe birêve dibim. Min ev ji dadgehê re gotin. Ji bo desteserkirina sedemek li holê tune ye. Ez bi awayekî fermî li Ewropayê me. MIT a Tirkiyê têkiliyên xwe yên qirêj xist dewrê. Lêbelê komploya Tirkiyê deşîfre bû.’
Muslim di derbarê têkiliyên li gel Amerîkayê jî ragihand: ‘Bi Amerîkayê re têkiliyên me hene, lê niha ne di asta fermî de ne. Hin nîşan hene ku gavên ji bo pêşdebirina têkiliyên werin avêtin.’
Helwêsta Herêma Kurdistanê cîhê rêzê ye
Salih Muslim di derbarê êrişên li ser Efrînê de jî bang li civaka navdewletî kir ku van êrişan bidin sekinandin û wiha pê deçû: ‘Di vê mijarê em ji piştgiriya Herêma Kurdistanê gelek kêfxweş in. Gelê BBaşûrê Kurdistanê tişta ku dikeve ser milên wî bicî anî û tîne jî. Şanda parlamentoya kurdistanê derbasî Efrînê û piştevaniya xwe nîşan da. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Divê ev piştgirî zêdetir bibe.
C.B