Li 115 gundên Diyarbekirê qedexe hat ragihandin

Berî operasyoneke li dijî PKKê, li 115 gundewarên Diyarbekirê derketina derva hate qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berî operasyoneke li dijî PKKê, li 115 gundewarên Diyarbekirê derketina derva hate qedexekirin.

Di derbarê mijarê de Parêzgeriya Diyarbekirê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 3 navçeyên Diyarbekirê yên wekî Licê, Hênê û Karazê 115 gundan derketina derva hatiye qedexekirin. 

Qedexe îro sibê dest pê kiriye, heta fermanekî nû dê berdewam bike û divê welatî pabendê hişyariyê bin.

Berî du hefteyan dîsa li 4 navçeyên Diyarbekirê, çûnehata 176 gund û mezrikan hat qedexekirin. Qedexe ji bo gund û mezrikên navçeyên Farqîn, Pasûr, Hezro û Liceyê hatibû ragihandin.

 

S. B