ENKS pirsa Efrînê û qonaxa piştî DAIŞê li Washingtonê gotûbêj dike

Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo guftûgokirina rewşa navçê, Efrînê û agahdarbûna ji helwesta Amerîka, li Washingtonê ligel berpirsên Wezareta Derve ya Amerîka civiya.

K24 – Washington

Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo guftûgokirina rewşa navçê, Efrînê û agahdarbûna ji helwesta Amerîka, li Washingtonê ligel berpirsên Wezareta Derve ya Amerîka civiya.

Serokê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco dibêje, şîrovekirina rewşê ji hemû aliyan ve ji Amerîkiyan re pêwîst e.

Kamîran Haco ji K24ê re got: “Em sala par hatin Washingtonê, wê demê stratejiyek Amerîkî ji bo qonaxa piştî DAIŞê nebû. Em vê carê bi wê hest dikin, ku stratejiyek xuya dike, ji ber vê hevdîtin hem ji me re û hem jî ji wan re pêwîst bû, ku em çi dixwazin û ew çi dixwazin.”

ji aliyê xwe xwe ve endamê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm biro dibêje, divê Amerîkî têbigihin wê rastiyê ku PYD bi tena xwe nikare nûnertiya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê bike.

Îbrahîm biro wiha ji K24ê re axivî: “Di danûstandinê siyasî yê ji sala 2014an ve li Cenêvê, ENKS beşdar e û berdewam e. lê li ser erdê hebûna me ji aliyê rêveberiya ku PYDê wê bi rê ve dibe ve hatiye tune kirin. di dema şerê de Amerîkiyan çavê xwe ji kiryarên PYDê digirit, lê îro Amerîka dizane ku divê hemû pêkhatiyên siyasî û netewî şirîkê rast bin di rêverberiya herêmê, netenê di warê siyasî de, lê di warê îdarî û leşkerî ve jî.”

Şanda ENKSê di çarçova geşta xwe ya dîplomasî de, ji bilî civîna Wezareta Derve, ligel dezgeha Washington bo karûbarên Rojhilata Nêzîk civiya û dawî rewşa siyasî û leşkerî yên navçê bi giştî û ya Efrînê bi taybetî guftûgo kir û di hemû civînan de tekezî li ser rawestandina êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê kir.