Şewirmendê Erdogan: Nêzik dê operasyona Efrînê bidawî bibe
Şewirmendê Serokomarê Tirkiyê Îlnur Çevîk dibêje: “Operasyona Efrînê dê di demeke nêzik de bidawî were û berê xwe bidin Minbicê.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Şewirmendê Serokomarê Tirkiyê Îlnur Çevîk dibêje: “Operasyona Efrînê dê di demeke nêzik de bidawî were û berê xwe bidin Minbicê.”
Şewirmendê Serokomarê Tirkiyê Îlnur Çevîk îro di derbarê operasyona Efrînê de gotarek belav kir û bal kişand li ser pêwendiyên Tikriye û Amerîkayê û got: “Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di serdana xwe ya dawî de girîngî nedaye daxwazên Tirkiyê û ji ber vê yekê piştgiriya Amerîkayê ya ji bo YPGê bedewam dike. Di demek nêz de dê operasyona Efrînê bidawî were û Tirkiye dê berê xwe bide Minbic û rojhilatê çemê Ferêt.”
Şewirmendê Serokomarê Tirkiyê got jî: “Piştre jî Tillerson dê neçar bimîne careke din serdana Tirkiyê bike, lê wê demê eger heye li Enqere ti kes digel wî hevdîtin neke.”
Êrîşa artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê ket roja 42emîn, ta niha karvedaneke navdewletî ya bihêz li ser Tirkiyê nîn e, bi taybet ji aliyê Amerîka ve, ku tenê daxwaz sînordarkirina wê operasyonê û dûrketina ji kuştina sivîlan dikin.
Tevî ragihandina agirbesteke 30 li Sûriyê ji aliyê Encûmena Aayişa Navdewletî ve, lê rayaderên Tirkiyê dibêjin ku ew agirbest Efrînê lixwe nagire û operasyona wan dê berdewam be.
Tirkiye dibêje ku ji piştî Efrînê dê berê xwe bide Minbicê û derbarê de ji Amerîka daxwaz kiribû ku hêzên xwe ji Minbicê vekişîne, lê di nava meha Sibatê de Wezîrê Derve yê Amerîka serdana Tirkiyê kir û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Wezîrê Derve Mewlûd Çawîşoglu civiyabû.
Tillerson jî got: “Minbic ji bo me deverek gelek stratejîk û girîng e. Ji ber ku Minbic xala destpêkê ya jinavbirina DAÎŞê ye. Divê em piştrast bin DAÎŞ careke din serî hil nede. Ji ber vê yekê me hêzên xwe li wir bicih kiriye. Ji bo me girîng e hêzên hevpeyman Minbicê kontrol bikin. Pirsa Minbicê karê herî sereke ye ku em digel Tirkiyê çareser bikin.”
Di encama hevdîtinên 2 rojan a Tillerson û rayedrên Tirkiyê de ti nîşaneya lihevkirina Tirkiye û Amerîkayê derneketin, tenê biryar hate girtin ku mekanîzmayek were avakirin, lê nehat zanîn ew mekanîzm çi ye.
S. B