YPG: Me hejmarek mezin serbazên Tirk kuştin e
YPG dibêje, wan êrîşeke Artêşa Tirk û Artêşa Azad a Suriyê li gundê Be'dîna yê navçeya Mabeta têkşikandin e û 30 leşkerên Tirk û çekdarên bi ser ve kuştin e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şer û pevçûn li Efrînê berdewam in û medya nêzîkî YPG jî radighîne, YPG otombîleke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê teqandiye.
Ligor medya nêzîkê YPG, şer û pevçûn di navbera hêzên wan û yên Artêşa Tirkiyê û grûbên bi ser ve li gundewarên navçeyên Mabeta, Raco û Cindirêsê yên Efrînê berdewam in.
Her ligorî jêderên navborî ku YPG li gundê Kwanda yên navçeya Raco otombîlek leşkerî ya Artêşa Tirkiyê teqandin e. Di encam de jî 7 leşkerên Tirk hatine kuştin.
YPG herweha dibêje, wan êrîşeke Artêşa Tirk û Artêşa Azad a Suriyê li gundê Be'dîna yê navçeya Mabeta têkşikandin e û 30 leşkerên Tirk û çekdarên bi ser ve kuştin e.
Heta niha jî Artêşa Tirk, tu zanyarî li ser wê yekê eşkere nekiriye.
C.B