Siyasetmedarên Rojava: Agirbest li Sûriyê binpê dibe

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê rêkeftina agirbestê binpê dibe, hin siyasetmedar dibînin dewletên serperişt yek ji sedemên berdewamiya şer in. Hin şopîner jî dibêjin ku ta nuha berjewendiyên dewletên xwedî hêz bicih nehatine û ev yek jî ji sedemên neserketina biryara agirbestê ne.

K24 – Qamişlo

Tevî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya taybet bi ragihandina agirbestê li hemû deverên Sûriyê, lê êrîşên artêşa Tirkiyê li bajarê Efrînê nehatine rawestandin. Li gorî biryara navdewletî 2401 ji bo dema 30 rojî dê şer raweste.

Şîrovekarê siyasî Ferîd Sadûn dide zanîn, ku ev biryar ta niha nehatiye bicîkirin, ji ber ku ew agirbest berjewendiyên dewletên serperişt pêk nayîne. Tekez dike jî li Xûta Şamê rêjîm şer narawestîne, ta wê deverê kontrol bike, herwiha Tirkiyê jî ji bo berjewendiyên xwe şer berdewam dike û ji ber vê yekê rêkeftina agirbestê tê binpê kirin.
Rêveberiya xweser di beyanameyekê de bi fermî biryara agirbestê li xwe girt û da zanîn ku ewê pabendî xalên wê bibin.

Serkirdê di Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS) de, dide zanîn jî ku ew di wê baweriyê de ye ku ti pirsgirêk di Sûriyê de bi şer nayên çareserkirin.dibêje jî, dewletên sereke mîna Rûsiya û Amerîka berpirs in di ber berdewamiya şer de û bi vê yekê dê şer li Sûriyê berdewam be.

Biryar e di nîvê vê mehê de gereke nû ji civînên Astanê bi rê ve biçe, û li gorî hin çavdêran, ji ber biser neketina biryara agirbestê ti hêvî di Astanê de ji bo peydakirina agirbestekê tune ye.