American Thinker: Tirkiye ji NATO re bûye bar!

Bi taybetî hevkariya Tirkiye ligel Rusya û Iranê wekî nimûneyek dij berjewendiyên cîhana Rojava û NATO tê nirxandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Aloziyên di navbeyna Amerika, Ewrûpa û Tirkiye de gihiştine astek weha ku, endametiya Tirkiye di nav NATO de, rola Tirkiye di nav NATO de bûye cîhê gengeşeyan.

Gotara Pete Cohon di kovara American Thinker, sekna Tirkiye ya îroyîn li dijî berjewendiyên NATO dinirxîne û diyar dike ku, Tirkiye roja îro ne hevpeymanek lê dijberek berjewendiyên NATO ye.

Bi taybetî hevkariya Tirkiye ligel Rusya û Iranê wekî nimûneyek dij berjewendiyên cîhana Rojava û NATO tê nirxandin.

Di dawiya gotara te Cohon destnîşan dike ku, tu sûd a Tirkiye ji NATO re nîn e. Xalên neyênî yê Tirkiye gelek zêdetir in û Tirkiye bi siyaseta xwe ne hevkarek Amerika û NATO ye.

 

C.B