Yasaya çaksaziyê û xanenişîniyê hat redkirin
Bêgerd Talebanî: Emê pêdeçûnê di hemû yasaya çaksaziyê û xanenişîniyê de bikin û bi yasa rênmayan cîgir bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan
Cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê Ceifer Îmînkî ragihand, ku serokatiya Perlemana Kurdistanê yasaya çaksaziyê û xanenişîniyê red kir û careke din ji gotûbêjê li hola Perleman vegerand.
Îro Yekşemê 4/3/2018an, piştî ku hejmarek ji firakisyonên nav Perlemana Kurdistan, yadaştek radestî serokatiya Perlemana Kurdistanê kirin, her yek ji cîgirê serokê Perleman û sikirtêra Perlemana Kurdistanê, di kongirekî rojnamevanî de ragihandin, ku bi sedema hebûn têbînî û dilgiraniyan li ser çend movik û maddeyên wê yasayê, wan birayr da yasayê red bikin û careke din li nav hola Perlemana Kurdistan pêdeçûnê jêre bikin".
Ji aliyê xwe ve sikirtêra Perlemana Kurdistanê Bêgerd Talebanî gotî: "Emê pêdeçûnê di hemû yasaya çaksaziyê û xanenişîniyê de bikin û bi yasa rênmayan cîgir bikin".
Her di wî kongirê rojnamevanî de, girte vîdyoyek ya dema dengdanê li ser yasayê hat pêşandan, ku hejmarek ji wan kesên niha wek "Bangeşeya siyasî" li dijî yasayê rawestiyan e, wan bi xwe jî deng ji bo pesendkirina wê dane.
Cîgirê serokê Perleman, ew yasa bi yasayeke giring binav kir û got: "Dibe ku piştî bêhnvedana Perleman pêdeçûn ji yasayê re bê kirin".
Roja 28/2/2018an, Perlemana Kurdistanê, yasaya çaksaziyê û xanenşîniyê pesend kir, lê piştî belavbûna naveroka wê, dilgiraninî û nerazîbûn li pey xwe anî û çend aliyekî siyasî, ew yasa kirin mijarek ji bo rîklam û bangeşeya siyasî.
N.O