Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya 'Golden Global Development' li Zaxoyê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Cotmeha 2026an,, di merasîmeke mezin û taybet de, projeya "Golden Global Development" li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê vekir; hevdem jî kevirê bingehîn ê projeya "Motorplex Iraq" danî. Her di çarçoveya vê merasîmê de, di warê pîşesaziya otombêlan de peymanek ligel kompaniya "Jetour" a Çînî hat îmzekirin ku dê kargeheke montajkirina otombêlan ava bike.