Geşta yekê ya rasterast di navbera Hewlêr û Mesqetê de dest pê kir

Ehmed Hoşyar
Ehmed Hoşyar

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêla asmanî ya “SalamAir”ê ya Omanî geşta xwe ya yeyê ya rasterast bo Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dest pê kir.

Geşta yekê ya rasterast a asmanî di navbera Hewlêr û Mesqetê de îro Yekşem, 25ê Cotmeha 2026ê, dest pê dike.

Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Kurdistan24ê re ragihand ku îro balafira yekê ya hêla asmanî ya “SalamAir”ê, ku hêla asmanî ya fermî ya Omanê ye, digehe Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Ehmed Hoşyar ron jî kir ku di çarçoveya bernameyên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, zêdetir derfet bo kerta geştyariyê hatiye peydakirin. Tevî rewşa neasayî ya asmanî li deverê û Rojhilata Navîn, Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê îro pêşwaziyê li vê geştê dike ku dê wekî pireka peywendiyê di navbera Hewlêr û Omanê de be.

Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê herwesa got ku zêdebûna hejmara balafiran li Balafirxaneya Hewlêrê derfeteke guncayî bo geştyaran peyda dike, daku geştê bo welatên din bikin. Ev geşt dikarin wekî tranzît bo welatên Ewropayê jî bêne bikaranîn.