Firokeyeke barhelgir Rûsî le Sûryê hat xwarê
Rûsya nûçeya kuştina 32 kesan ji sernişînên firokeyeke barhilgir ya wî welatî, ku li Sûryê hatiye xwarê, piştrast kir.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta bergiriya Rûsya, nûçeya kuştina 32 kesan ji sernişînên firokeyeke barhilgir ya wî welatî piştrast kir, ku îro di dema daketina wê de, li firîngeha Himêmîm hat xwarê.
Wezareta berevaniya Rûsî diyar kir, ku ew firoke ji corê Antonov26 bû û DEMJIMêR 02:00 Piştî nîvro bi dema Sûryê, dema nêzîkbûna wê li bingeha Himêmîm ya serbazî, bi sedema kêşeyeke teknîkî hat xwarê.
Herwiha wezareta Rûsî zelal kir, ku 26 sernişîn û şeş kes ji endamên tîma firokeyê bûn, bi sedema wê bûyerê cane xwe jidest dan.
Di bingeha Himêmîm de, firîngeheke serbazî heye û hêzên Rûsî wê bingehê weke serbazgehekê ji xwe re pêktînin.
Jêder: RT
N.O