FT: Êrîşbariya Tirkiye, Iran xûrt kir
Gardner diyar dike ku, berî çendîn salan Tirkiye siyaseta nêzîkahiyê ligel Kurdan dabû pêşya xwe û di encamê vê de Tirkiye û Kurd jî dikarîbûn sûdmend derkevin
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsiyarê pêwendiyên navneteweyî yê rojnameya Financial Times (FT) David Gardner, di gotara xwe ya bi sernivîsa “Êrîşbariya Tirkiye hemberî Kurdan bandora Îranê xûrt kir” de, siyaseta îroyîn a Enqere girte dest.
Gardner diyar dike ku, berî çendîn salan Tirkiye siyaseta nêzîkahiyê ligel Kurdan dabû pêşya xwe û di encamê vê de Tirkiye û Kurd jî dikarîbûn sûdmend derkevin. Lê guherîna siyaseta Enqere ya ber bi êrîşbarî hemberî Kurdan de, Tirkiye jî lawaz kir û niha bandora Îranê li herêmê xûrttir e.
Herweha Gardner di gotara xwe de bal dikşîne ku, siyaseta îroyîn zerarê digihîne Tirkiye bi xwe. Ev yek jî bi egera bidestxistina desthilatê tê birêvebirin.
Ligor Gardner, siyaseta pragmatik a Serokomar Erdogan a nasandina mafên siyasî û çandî ji Kurdên Bakur re û herweha nêzîkahiya ligel Başûrê Kurdistanê di berjewendiya Tirkiye bi xwe de bû.
C.B