Çawuşoglu: Heta Gulanê Operasyona Efrînê diqede
Hikûmeta Tirkiyê dibêje, operasyona ser Efrînê heta meha Gulanê wê temam bikin û li Iraqê jî hember PKK operasyon bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê dibêje, operasyona ser Efrînê heta meha Gulanê wê temam bikin û li Iraqê jî hember PKK operasyon bikin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu da xuyakirin, heta meha Gulanê ew dê operasyona Efrînê bigihînin armancê.
Da xûyakirin, hêza wan heye ku, du operasyonan jî pêk ve bikin û ew dê hember PKKê li Iraqê jî, dest bi operasyonê bikin.
Çawuşoglu da xûyakirin, li gor saloxgeriya wan Salih Muslîm li Stokholmê ye û ji rayedarên Swêdê daxwaza radestkirina wî kirin e.
C.B