Tirkiye: Ji bo azadiya vizeyê, dikarin daxwazên YE bicîh bînin
Ligor Deustche Welle, yek ji mercên ku Tirkiye xwe nêzîk dike, azadkirina rojnamevanên girtî ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye hewl dide pêwendiyên xwe ligel Yekîtiya Ewrûpa dîsa germ bike. Jib o vê yekê jî, di nameyeke ku ji Yekîtiya Ewrûpa re hatî rêkirin, ji bo mercên azadiya vizeyê ji hevwelatiyên Tirkiye re, Tirkiye jî amade ye gelek pêngavan biavêje.
Ligor Deustche Welle, yek ji mercên ku Tirkiye xwe nêzîk dike, azadkirina rojnamevanên girtî ye û herweha hatiye ziman: ger di gotar û enformasyonên rojnamevanan de bangeşaya şiddetê nebe, ji çarçoweya tawanê derdikeve.
DW diyar dike ku, Yekîtiya Ewrûpa jî van hewlên Tirkiye bi erênî dinirxîne.
C.B