The Independent: Efrîn, dikare bibe wekî Heleb, Reqe û Xûta

Cockburn diyar dike ku, “li Efrînê dê şerek gelek mezin rû bide û encam dikare bibe - rewşa wekî ya li Helebê, Reqe û Xûta hatî jiyandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê biezmûn ê rojnameya Ingilîzî The Independent Patrick Cockburn nivîsên xwe girêdayî rewşa Suriye, bi nirxandinên xwe yên liser Operasyona Efrînê domand.

Cockburn diyar dike ku, 1700 şervanên Hêzên Sûriya Demokrat ji rojhilatê Firatê  ber bi Efrînê rêketin e û ev yek dikare şerê lidij DAIŞ lawaz bike. Şervanên HSD dixwazin berevaniyê di ber Efrînê de bikin, ku ev nêzîkî 50 rojan e di bin êrîşên artêşa Tirkiyê de ye.

Rojnamevanê Ingilîzî herweha diyar dike ku, “li Efrînê dê şerek gelek mezin rû bide û encam dikare bibe rewşa wekî ya li Helebê, Reqe û Xûta hatî jiyandin. Şervanên HSD di şerê dijî DAIŞ de ezmûnek mezin wergirtin û di şerê nav bajêr de dikarin berevaniyek xûrt bikin, hemberî vê ji bo artêşa Tirk gelek ziyanan nede, dê hêzê bide êrîşên xwe yên esmanî û Efrîn dikare bibe bajarek wêrankirî! Gelek sivîl jî dê bibin qurbanî!”

 

C.B