YPG radestkirina Efrînê red dike

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) red kir, ku hêzên wan ji Efrînê vekişin li hember rawestandina êrîşa artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên Sûriyê li Efrînê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) red kir, ku hêzên wan ji Efrînê vekişin li hember rawestandina êrîşa artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên Sûriyê li Efrînê.

Fermandarê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd ragihand, ew xelkê navçeya xwe ne û xaka xwe diparêzin û ji Efrînê dernakevin, ta çekdarên DAIŞ û Qaidê yên terorist derbasî wê bajarî bibin.

Di daxuyaniyekê de ji ajansa “Sputnik” a Rûsî de, Nûrî Mehmûd got jî: “Vekişandina ji Efrînê bi temamî red dikin.”

Derbarê pêşniyaza Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de, Nûrî Mehmûd got: “Ew partî di saya YPGê de dijî û ne zelal e li ser çi binemayê ew pêşniyaz kiriye û sengerê wê çend e. Ma karîna wê heye navbênkariyê di navbera YPG û artêşa Tirkiyê de bike.”

Endamê Polîtbîroya Partiya Pêşverû Ehmed Silêman, ragihandibû, ku niha rewşa Efrînê gellekî metirsîdar e û jiyana zêdetir ji yek milyon kesî di metirsiyê de ye û di demekê de ku ti nîşaneke çareserkirinê li ser astê navdewletî û herêmî nayê dîtin.

Silêman got jî: "Me pêşinyareke nû kir, ku pêwîst e pêwendî bi rêjîmê û Rûsya re bên kirin, da ku şervanên Kurd ji Efrînê bên derxistin û di heman demê de artêşa Tirkiyê jî vikişe û rêveberiyekê ji xelkê deverê were pêkanîn û şer bê rawestandin, ji ber ku xizmeta ti aliyekî nake."

Artêşa Tirkiyê ji 20ê Çileya bûrî ve bi alîkariya zêdetir ji 25 hezar çekdarên mîlîşyayên Sûrî bi riya esmanî û bijahî êrîşî Efrînê dikin.

 

S. B