4 leşkerên Tirk li Diyarbekirê hatin kuştin

Li Diyarbekirê di encama teqîna bombeyekê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê di encama teqîna bombeyekê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Li bajarê Diyarbekirê navçeya Pîranê di çarçoveya operasyona Arteşa Tirkiyê ya li dijî gerîlayên PKKê de teqemaniya bi dest hatî çêkirin hate teqandin û di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Operasyona Arteşa Tirkiyeyê ya li dijî PKKyê berdewam dike.

Li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê di encama şerekî di navbera leşkerên Tirkiyeyê û gerîlayên PKKê de 2 leşker birîndar bûn.

 

S. B