Mela Bextiyar: Divê PYD wek nûnera rewa ya Rojavayê Kurdistanê beşdarî Cinêv û Astana bibe
Mela Bextiyar: Ji Tirkiyê re û hêzên Rojavayê Kurdistanê re baş e ku sîstemeke federalî hebe û ev yek ji bo Sûryê û dewletên mezin jî re baş e
K24 - Navenda Nûçeyan
Berpirsê desteya rêvebir ya polîtbîroya YNKê ragihand, ku ji Tirkiyê re û hêzên Rojavayê Kurdistanê re baş e ku sîstemeke federalî hebe û ev yek ji bo Sûryê û dewletên mezin jî re baş e ku bixwazin aramî li navçeyê cîgir bibe.
Mela Bextiyar di kongirekî rojnamevanî de li bajarê Silêmaniyê, li gel hevserokê PYDê Şahoz Hesen tekez kir, ku pêwîst e çareyeke siyasî ji bo Sûryê û Rojavayê Kurdistanê bê dîtin, ku têde ezmûna demokratî ya Rojavayê Kurdistanê û sînor û aramiya welatan bê parastin.
Herwiha Mela Bextiyar diyar kir, ku pêwîst e Rûsya û hemû welatên din, kar bikin ku PYD weke nûnera rewa ya Rojavayê Kurdistanê beşdariyê di danûstendinên Cinêvê û Astana de bike.
Ji aliyê xwe ve, hevserokê PYDê Şahoz Hesen ragihand, ku YNK weke hêzeke serekî li Herêma Kurdistanê, heya karîbû alîkarî ji Efrînê re pêşkêş kir û got: "Niha berxwedan li Efrînê berdewam e, lê gef li ser Minbic û navçeyin din jî hene".
Şahoz Hesen diyar kir, ku piştî biyara navdewlatî ya agirbestê li seranserî Sûryê derket, Tirkiyê êrîşa xwe tundtir kir û vê yekê da xuyakirin ku rêketinek di astekî bilind de, di nav Tirkiyê û Rûsyê de heye û vê yekê hişt ku biryara agirbestê cihê xwe nigire.
N.O