Hunermendekê Kurd li Kanadayê tevlî pêşangeheke hevpar bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê şêwekarî yê Kurd Dara Aram ligel du hunermendên din, Catherine Keeney û Nancy Benoy, tevlî pêşangeheke hevpar a şêwekarî li bin navûnîşana "Demên Navbera Rengan" kir, ku li galeriya “Earls Court”ê ya bajarê “Hamilton”ê li wîlayeta “Ontario”yê ya welatê Kanada bi rê ve çû.
Hunermendê şêwekar ê Kurd Dara Aram îro Sêşemê, 13ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Hunermendan ji kevn de peyamên xwe bi wêne û şêwe veguhastine, ne bi derbirîna lojîkî û rêzbendiya fikran. Hunera min jî bi eynî awayî vê rêyê vedigire; geştek e bo nav cîhanên xeyalî yên nehişyarî. Awayên abstrakt û mijarên efsaneyî li ser tabloyên min derdikevin û dibin çavkaniya îlhamê bo mirovê serdema pîşesaziya nû; ew mirovê ku bi lez pêdivîtî bi wê yekê heye ku peywendiya ligel canê windabûyî yê xwe dubare vegerîne."
Dara Aram di derheqa tabloyên xwe yên di pêşangehê de got: "Ew can li bin barê cîhaneke nû ya sar û kompaniyayî de ketiye ber lawaziyê; cîhanek ku tê de qazanc û amar li ser canê mirovahiyê zal in. Mirovahî di vê serdema mekanîkî ya cîhanîbûnê de bi awayekê bi lez pêdivîtî bi vedîtina aramî û piştrastiya canî heye."
Wî şêwekarî eşkere jî kir: "Ji bo min, vegerîna bo dîrok û efsaneyên vê deverê tenê vegerînek bo dema borî nîne; belku hewlek e bo têgehiştina ji rih û rîşalên mirovan û peywendiya navbera mirov, xweza û canî. Ev nîşan derfetekê peyda dike ku em bi zimanekî hunerî pirsyarê ji jiyana xwe ya îro bikin û peywendiyên windabûyî yên xwe du bare vebibînin."
Di derheqa tevlîbûna di pêşangehên navdewletî de, Dara Aram dibêje: "Ez di dema karê hunerî yê xwe de di 75 pêşangehên takekesî û hevpar de di galerî û muzexaneyên cîhanê de pişkdar bûme, wekî Çapan, Almanya, Swêd, Danîmark, Norwêc, Brîtanya, Rojhilata Navîn û Amerîkaya Bakur. Herwesa min gelek xelatên hunerî jî bi dest xistine."
Dara Aram hunermendekî hevçerx ê şêwekarî yê Kurd e û li bajarê Torontoyê li Kanadayê dijî, xwendina hunerî li Peymangeha Hunerên Bedew ên Silêmaniyê û Koleja Hunerî ya Ontarioyê li bajarê Torontoyê temam kiriye. Wî di sala 1980ê de dest bi şêwekarî û çêkirina damezrandinên hunerî kiriye û di dema van salan de li ser lêgerîna li dû zimanekî hunerî yê taybet bi xwe ve berdewam bûye.