Serbazek Tirk li Efrînê hate kuştin
Artêşa Tirkiyê ragihand, di encama teqîna bombeke destçêkirî bi hêzên wan ve, îro serbazekî wan hat kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serbazekî din ê Tirkiyê li Efrînê hat kuştin.
Artêşa Tirkiyê ragihand, di encama teqîna bombeke destçêkirî bi hêzên wan ve, îro serbazekî wan hat kuştin.
Li gor daxûyaniyê, teqîn di dema pişkinîna hêzên wan de çêbûye.
Herwiha bi vî awayî hejmara kuştiyên artêşa Tirkiyê gihiştine 44 leşkeran.
C.B