Helîkoptereke Amerîkî kete xwarê
Di encama şer û pevçûnên di navbera çekdarên DAIŞê û artêşa Iraqê de 7 leşker hatin kuştin, artêşa Amerîkayê piştrast kir ku helîkoptereke wê ketiye xwarê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama şer û pevçûnên di navbera çekdarên DAIŞê û artêşa Iraqê de 7 leşker hatin kuştin, artêşa Amerîkayê piştrast kir ku helîkoptereke wê ketiye xwarê.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka nûçeya ketina helîkoptereke ji cura HH 60 li nêzîkî bajarokê Qaim li rojavayê parêzgeha Enbarê piştrast kir.
Di daxuyaniya artêşa Amerîka de hat, ta niaha sedema ketina wê helîkopterê nehatiye zanîn û lêkolîn derbarê wê bûyerê de dest pê kiriye.
7 leşkerên Amerîkî di wê helîkopterê de bûn, tê pêşbînîkirin ku hemû ew leşker jî canê xwe jidest dabin.
Her di wê çarçovê de, di êrîşeke DAIŞ de li bajarokê Rutbe li rojavayê Enbarê 7 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin.
Jêderekî ji ewlehiya parêzgeha Enbarê ragihand, di encama proseyeke lêgerîn û pişknînê de li navçeyeke beyabana bajarê Rutbe, çekdarên DAIŞê êrîşî hejmarek ji leşkerên Iraqê kirin û di encamê de 7 leşker hatin kuştin û 7 keşker jî birîndar bûn.
Her çend e bidawîbûna DAIŞê li Iraqê hat ragihand, lê ta niha ew rêxistin tawanan li hejmarek navçeyên bakur û navîna Iraqê mane.
S. B