Hevpeymana Navdewletî: Tirkiyê şerê DAIŞê sist kiriye

Ryan Dillon: Bi sedema operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê, şerê li dijî DAIŞê li Sûryê sist bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dillon, ji ajansa Sputnik ya Rûsî re eşkere kir, ku bi sedema operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê, şerê li dijî DAIŞê li Sûryê sist bûye.

Ryan Dillon diyar kir, bi sedema operasyona Tirkiyê li Efrînê, giringiya şerê li dijî DAIŞê li cem şervanên HSDê kêm kiriye.

Herwiha Dillon got: "Ji ber ku hejmareke mezin ji şervanên HSD ji bereyên şerê li dijî DAIŞê li parêzgeha Dêra Zorê vekişyane û ber bi Efrînê ve çûne, vê yekê jî valahiyek çêkiriye ku Hevpeymaniya Navdewletî nikare li ber wê valahiyê bi awayê pêwîst şerê çekdarên DAIŞê bikin û di encamê de jî, vê yekê bi awayekî giştî bandoreke xirab li ser şerê li dijî DAIŞê çêkiriye".

Artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, di 20 Çileya derbasbûyî de, li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin û piştî nêzîkî du mehan ji destpêkirina wê operasyonê, artêşa Tirkiyê di roja 18 Adarê de, bajarê Efrînê bi temamî kontrol kir.

N.O