Rojane 102 hezar bermîl petrola Kurdistanê bi rêya SOMOyê hatine firotin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji Kompanyaya Bazarkirina Petrolê ya Iraqê (SOMO) ragihand, rojane 102 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê û 69 hezar bermîl petrola Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ji bo Bendera Ceyhanê û 168 hezar bermîl jî bi rêya bejahî hatine firotin.

Jêderekî ji SOMOyê îro 19ê Mijdara 2026an, ji Kurdistan24ê re diyar kir ku ji 1ê heta 18ê Mijdara 2026an, Iraqê bi giştî zêdetirî 63 milyon bermîl petrol firotiye, bi vê yekê navîniya firotina wê ya rojane gihiştiye 3 milyon û 522 hezar bermîl petrolê.

Wî jêderî hûrgiliyên hinardekirin û firotina petrolê bi vî awayî aşkere kirin:

- Petrola Herêma Kurdistanê: Rojane 102 hezar bermîl petrol hatine firotin.

- Petrola Kerkûkê: Bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ji bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, rojane 69 hezar bermîl petrol hatine firotin.

- Rêya bejahî: Iraqê bi rêya bejahî jî rojane 168 hezar bermîl petrol firotiye.

Ev di demekê de ye ku di reşnivîsa budceya 2027an de jî, navîniya hinardeya Iraqê bi 3 milyon û 300 hezar bermîlan û bi bihayê 60 dolaran hatiye texmînkirin; di demekê de ku di Benda 10an de Herêma Kurdistanê bi hinardekirina 445 hezar bermîlan hatiye pabendkirin û berhemanîna giştî ya Iraqê jî di çarçoveya sînorê hinardeya 4 milyon û 330 hezar bermîlî ya Rêxistina OPECê de 5 milyon bermîl derbas kirine.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê di 25ê Adara 2023an de û piştî biryara navbeynkariya Parîsê ji bo zêdetirî du sal û şeş mehan hate rawestandin, paşê di 27ê Îlona 2025an de bi rêkeftineke sêalî ya di navbera Bexda, Hewlêr û kompanyayên petrolê de ji nû ve hate destpêkirin.