Ebadî: Hîna metirsî li yek yekperçeyîya Iraqê maye

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêşwazî li hevahengiyê û karê hevbeş di navbera hêzên ewlehiyê de li navçeyên sînorê madeya 140 kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêşwazî li hevahengiyê û karê hevbeş di navbera hêzên ewlehiyê de li navçeyên sînorê madeya 140 kir.

Heyder Ebadî di gotara xwe ya heftane de ragihand, hîna metirsiya projeya perçekirina Iraqê jinav neçûye û rêxistina DAIŞê yek ji mînakên projeya perçekirina Iraqê ye.

Ebadî rexne li kenalên ragihandinê girt, ku xizmetguzariya medyayî bê beramber pêşkêşî DAIŞê dikin û nûçeyên ne rast û yên di berjewendiyên DAIŞê de belav dikin.

Derbarê diustkirina gefê li ser welatên cîran de, Ebadî got, Iraq girêdayî destûra xwe ye û ew destûr rê nade Iraq ji welatên cîran bibe gef, di wê çarçovê de jî xişteyekê ji bo vekişîna hêzên leşkerî yên biyanî ji ser xaka Iraqê datînin.

Herwiha got: “Ti firokeyeke biyanî bê razemendiya fermî ya Iraqê nikare li esmanê me bifire.”

Ebadî di 21ê Mijdara 2017an de serkeftina yekcarî li ser DAIŞê li Iraqê ragihand, lê di dawî gotara xwe de amaje bi hebûna metirsiya wê rêxistina terorê li ser yekperçeyîya Iraqê dike.

Her di wê derbarê de duhî Wezareta Bergîriyê ya Amerîka ragihand, DAIŞ li sînorê Kerkûk, Mexmûr, Qaim û çend navçeyên din yên Iraqê kiryarên terorî dikin û dawî pê nehatiye.

 

S. B