Di êrîşeke DAIŞê de 3 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin
Li Xurmatûyê û di encama êrîşeke xwekujî ya DAIŞê de, 3 çekdarên mîlîşyayên Heşda Şeibî hatin kuştin û 10 çekdarên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Xurmatûyê û di encama êrîşeke xwekujî ya DAIŞê de, 3 çekdarên mîlîşyayên Heşda Şeibî hatin kuştin û 10 çekdarên din jî birîndar bûn.
Peyvdarê Eniya Bakur ya Heşda Şeibî Elî Husên îro ragihand, di berdewamiya proseya pakirina navçeyên başûrê rojava û rojhilatê Xurmatûyê de, 3 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û 10 çekdarên din jî birîndar bûn.
Ji pişît 16ê Cotmeha 2017an ve û dagîrkirina Kerkûk û ev Xurmatûyê ji aliyê mîlîşyayên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ve, çekdarên DAIŞê dest bi tevgerê kirin û ta niha nekarîne bi temamî kontrola ewlehiya wan navçeyn bike.
Ev êrîşa DAIŞê li ser hêzên Iraqî di demekê de ye, ji roja 10ê Tîrmeha 2017an ve Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bidawîhatina şerê li dijî DAIŞê li wî welatî ragihand, lê ta niha DAIŞ çalakiyên terorî dike û metirsî jî heye ku DAIŞ bidawî nebûbe.
S. B