Iraq 6 jinên Tirk bidarve dike

Dadgeheke Iraqê sizaya bidarvekirina 6 jinên DAIŞê yên ji regeza Tirk derdike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeheke Iraqê sizaya bidarvekirina 6 jinên DAIŞê yên ji regeza Tirk derdike.

Bi tomeya endametiya DAIŞê û karkirin di nava rêza wê rêxistinê de, Dadgeha Bilind a Iraqê Sizaya bidarvekirina 6 jinên Tirk derkir.

Derkirina vê biryarê ji aliyê Dadgeha Bilind a Iraqê ve di demekê de ye, çendîn welatiyên Tirk bi endametiya DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiya Iraqê ve hatibûn girtin.

Berê jî Dadgeha Bilind a Iraqê sizaya bidarvekirinê ji hejmarek welatiyên din yên ji regeza Tirkî, Almanî û Fransî derkiribû.

 

S. B