Birîtanya daxwaza korîdoreke ezmanî taybet li Qubrisê dike

Ji sala 1960î ve Birîtaniya 2 bingehên serbazî li Qubrisê ava kiriye, û li gorî malpera Debka ya Israîlî, dibe ku wan bingehan di êrîşeke serbazî de, li dijî rêjîma Sûryê bikar bîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Dezgeha Çavdêriya Ezmanî ya Qubrisê Harez Antonyadis, ragihand ku Birîtanya daxwaz kiriye, korîdoreke ezmanî ji bo firokeyên Birîtanya terxan bike.

Di hevdîtineke rojnamevanî de, Antonyadis got: "Me hîn bersiva daxwaza Birîtanya nedaye".

Got jî: "Ji duh ve, guhertinên mezin bi ser ezmanên qubrisê de hatine".

Bi sedema gefan li ser rêjîma Sûrya û egera encamdana êrîşeke mûşekî li dijî bingehên rêjîmê li Sûryê, di çend rojên derbasbûyî de, kompaniyên firokevaniyê, nema ezmanê Sûryê ji bo geştên xwe bikartînin û piraniya wan kompaniyan ezmanên welatên cîranên Sûryê bikartînin.

Fermandeyê hêzên Birîtanî li Qubrisê, nexwest ti zaniyariyên berfireh li ser wê mijarê bide, tenê got: "Emê bi awayekî siruştî û wek rojên derbasbûyî karên xwe bikin".

Ji sala 1960î ve, Birîtaniya 2 bingehên serbazî li Qubrisê ava kiriye, ku yek ji wan firîngeheke serbazî têde hatiye avakirin û li gorî malpera Debka ya Israîlî, dibe ku Birîtanya wan bingehan di êrîşeke serbazî de, li dijî rêjîma Sûryê bikar bîne.

Jêder: RT

N.O