Almanya penaberên Iraqî vedigerîne
Îro wezîrê geşepêdana Almanya serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê dike, daku penaberên Iraqî yên li Almanya vegerînin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro wezîrê geşepêdana Almanya Gerd Muler û şandeke Almanî pile bilind, serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê dike, bi armanca rêketinê li gel Hikûmeta Iraqê, ji bo handana penaberên Iraqî yên li Almanya dijîn, daku li Iraqê vegerin.
Li gorî medya ya Almanî Muler ragihandiye, ku şerê DAIŞê ber bi dawî ve diçe û heya careke din ew girûp zindî nebe, gellekî giring e, ku welatiyên Iraqî li welatê xwe vegerin û rola wan di avakirin û pêşxistina Iraqê de hebe.
Biryar e îsal Hikûmeta Almanî gujmê 430 milyon Dolar radestî Hikûmeta Iraqê bike, bi armanca vegerandina penaberan, herwiha ji bo avakirina navçeyên wêran bûyî.
N.O