Hevpeymaniya Navdewletî dawiya operasyonên sereke yên li dijî DAIŞê radigihîne
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dawîhatina erkê serkirdatiya hêzên bijayî ya ser bi hêzên Erkên Hevbeş li Iraqê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dawîhatina erkê serkirdatiya hêzên bijayî ya ser bi hêzên Erkên Hevbeş li Iraqê ragihand.
Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand: “Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bidawîhatina erkê serkirdatiya bijayî ya ser bi hêzên Erkên Hevbeş li Iraqê ragihand.”
Li gor Hevpeymaniyê jî, “Bidawîhatina erkê serkirdatiya hêzên bijayî ya ser bi erkên hevbeş ve, nîşaneke li ser bidawîhatina operasyonên şer yên sereke li dijî DAIŞê li Iraqê ye û ev ragihandin guhartinek e di pergal û erkên hevpeymaniyê ye.”
Tê zanîn, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 9ê Berçileya 2017an bidawîhatina şerê li dijî DIAŞê li Iraqê ragihandibû.
Hevpeymaniya Navdewletî roja 15ê Hezîrana 2014an li ser daxwaza hikûmeta Iraqê dest bi operasyonên xwe li dijî DAIŞê li Iraqê kir.
S. B