“Metirstirîn” şaneya DAIŞê hat desteserkirin

Berpirsekî ji Parêzgeha Diyalayê ragihand, metirstirîn şaneya DAIŞê li Beqobeyê hate desteserkirin, ku xwe amade dikirin binkeyên dengdanê armanc bigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî ji Parêzgeha Diyalayê ragihand, metirstirîn şaneya DAIŞê li Beqobeyê hate desteserkirin, ku xwe amade dikirin binkeyên dengdanê armanc bigirin.

Serokê Komîta Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Diyalayê Sadiq Huseynî ragihand, hêzên ewlehiyê yên hewlagîriyê û dijeterorê karîn endamên şaneyeke DAIŞê li nêzîkî Baqobe desteser bikin, ku wek metirstirîn şaneya DAIŞê tê hejmartin.

Li gor malpera “Al-Sumaria News” hêzên ewlehiyê 3 endamên wê grûpê desteser kirin, ku bi niyaz bûn roja hilbijartinên Iraqê binkeyên dengdanê armanc bigirin.

Demek e çekdarên DAIŞê li rojavayê Iraqê dest bi liv û tevgerê kirine û çend car in jî li ser tûra civakî belav kirine, ku di roja hilbijartinan de binkeyên dengdanê armanc digirin.

 

S. B